• Tuesday, 17 February 2026
logo

Elî Ewnî: Heta PKK nebe hêzên Tirkiyê sînorên Kurdistanê derbas nakin

Elî Ewnî: Heta PKK nebe hêzên Tirkiyê sînorên Kurdistanê derbas nakin
Berpirsekî PDKê dibêje, heta PKK nebe hêzên Tirkiyê sînorên Kurdistanê derbas nakin.

Ev çend roj in tê gotin ku hêzên Tirkiyê derbasî gundekî sînorî yê Herêma Kurdistanê bi navê Bermîze bûne. Bermîze girêdayî bajarê Soran e.

Li ser vê mijarê, berpirsê liqa PDKê li bajarê Soran, Elî Ewnî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ti serbazekî Tirkiyê li gundê Bermîze nîne û yên ku dibêjin hêzên Tirkiyê li gundê Bermîze bicîh bûne, derewan dikin.

Elî Ewnî her wiha gotiye, eger hêzên Tirkiyê sînorên Kurdistanê binpê bikin jî ji ber hebûna hêzên PKKê ye. Heta PKK nebe hêzên Tirkiyê sînorên Kurdistanê derbas nakin. PKK ji mêjve deverên sînorî yên Kurdistanê dagîr kiriye û Tirkiye jî ji ber PKKê wan deveran dide ber top û bombeyan û ziyanê digihîne xelkê me.

Berpirsê liqa PDKê li Soran bagn li piştevanên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê jî kiriye, daxwaz ji PKKê bikin da ku hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê derxîne û Herêma Kurdistanê neke meydana şerê xwe û Tirkiyê ji ber ku cihê şer û xebata PKKê Bakûrê Kurdistanê ne Herêma Kurdistanê.



Basnews
Top