• Tuesday, 17 February 2026
logo

Xîyaneta 16ê Cotmehê hê jî dewam dike

Xîyaneta 16ê Cotmehê hê jî dewam dike
Serok Mesud Barzanî di derbarê biryara girtina Rêbwar Talabanî de tund axivî û got ku ev berdewama îxaneta 16ê Cotmehê ye.

Di derbarê biryara girtina Wekîlê Serokê Meclîsa Bajêr ya Kerkûkê Rêbwar Talabanî de ji ofîsa Serok Barzanî daxuyaniyeke hişk hate kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Biryara girtina Rêbwar Talabanî dewama îxaneta 16ê Cotmehê ye. Ji ber ku Rebwar Talabanî adil û Kurdperwere e, ev biryar hatiye derxistin.

Bila her kes bizanibe ku hemî Kurdên bi namûs li cem Rebwar Talabanî ne û wê her dem piştgiriya wî bikin.

Waar.tv
Top