Rûsya: Em bikaranîna dronên Tirkiyê yên li Donbasê lêkolîn dikin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got Moskow li ser agahiyên bikaranîna firokeyên bêfirokvan yên Bayraktar li Donbasê ku li Tirkiyê tên çêkirin lêkolîn dikin û di vê mijarê de bi rêveberiyên Donetsk û Lûganskê re di nava têkiliyan de ne.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê di civîneke çapemeniyê de di derbarê mijarê de bersiva pirsên rojnamevana da û got “Niha em li ser van agahiyan lêkolîn dikin. Ji daxuyaniyên herî dawî yên ku ji aliyê rêveberiya Kîevê ve hatine dayîn, pir zehmet e ku meriv fêm bike ka çi rast û çi derew in.”
Li gorî nûçeya Sputnikê Lavrov ragihandiye ku ji bo agahiyên li ser bikaranîna firokeyên bêfirokvan ên Tirk ên li Donbasê bên lêkolînkirin, wan bi nûnerên Donbasê re têkiliyên rasterast danîne û wiha axivî “Li gorî van hemûyan, ev daxuyanî li ser gundê Staromarevkayê ne, ku artêşa Ukraynayê li wir provokasyon dikin. Li gorî ku em têdigihîjin (aliyê Ukrayna) hatine têkşikandin.”
Lavrov, diyar kir ku di çarçoveya îdiayên li ser bikaranîna firokeyên bêfirokvan ên Bayraktar de agahiyên ziyanên canî nehatine bidestxistin û got “Lê bêguman dîrok, divê her kesê ku daxwazên bi kaprîs yên Ukraynayê qebûl dike bide fikirandin.”
Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê destnîşan kiribû ku di operasyonên ku li Donbasê li herêma pevçûnê hatin kirin de firokeyên bêfirokvan ên Bayraktar hatine bikaranîn.
Kremlîn bo Tirkiyê: Nîgeraniyên me rast derketin
Berdevkê Kremlînê Dimitrî Peskov, nûçeyên derbarê bikaranîna firokeyên bêfirokevan ên ji corê Bayraktar ên Tirkiyê de ji aliyê hikûmeta Ukraynayê ve nirxandin û got: “Nîgeraniyên me yên bêaramîtiyê rast derketin.”
Nakokiyên Tirkiye û Rûsyayê li ser firotina dronên pêşketî yên Tirkiyê bo Ukraynayê berdewam in. Kremlînê hişyarî da Enqerê û got: “Ev pêngava han rewşa li rojhilatê Ukraynayê aloz dike.”
Artêşa Ukraynayê doh li Donbasê dîmenê topeke cudaxwazên alîgirê Rûsyayê belav kir ku droneke ji corê Bayraktar lê dide. Li gor Ajansa Fermî ya Tirkiyê, di daxuyaniya peywendîdar de hatibû gotin ku, “ji bo cudaxwazan neçarî agirbestê bikin, yekem car e dron hatiye bikaranîn.”
Derbarê mijarê de Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov got: “Nîgeraniyên me yên derbarê firotina firokeyên bêfirokevan de ji aliyê Tirkiyê ve bo Ukraynayê rast derketin. Rîska wê yekê heye ku IHAyên Tirk rewşa li rojhilatê Ukraynayê aloz bikin.”
Rudaw
