• Thursday, 26 February 2026
logo

NY hişyarî da û bang li serkirdeyên cîhanê kir

Gulan Media October 28, 2021 Nûçe
NY hişyarî da û bang li serkirdeyên cîhanê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwazê ji serkirdeyên cîhanê dike, bilez kar li ser guherîna keşûhewayê bikin û dest ji hemû wan gazên zerardar berdin, ku li jîngehê belav bûne.

Çaverêyeke mezin li Lûtkeya G20 tê kirin, ku biryar e di 30 û 31ê Cotmeha îsal de li Romayê bê kirin, welatên G20 tenê berpirsyarin ji %75ê wan gazên jehirdar ku li cîhanê belav dibin.

Antonio Gutteres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, dibêje, “Serkirdeyên G20 bi eşkereyî, divê sozên xwe cîbicî bikin. Dema dilxweşkirina dîplomasî biser çûye. Eger hikûmet û bi taybetî hikûmetên G20 sermeşq nebin bo birêvebirina vî hewlî, êdî em ber bi karesateke mirovî ve diçin. Lê hemû welat divê bizanibin ku awayê kevin ê şeweitandina karbonê bo pêşxistinê wata cezaya mirinê ye bo aboriya wan û erda me.”

Ev bangewaziya serkirdeyên cîhanê di demekê de ye, ku raporteke Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide, eger karê ciddî li ser kêmkirina gazên zerardar neyê kirin, di vê sedsalê de pilaya germaya erdê digihê 2.7 pileya sîlîzî.

Gacinda Ardern, Serokwezîra New Zeland, dibêje, “New Zelanda her derfetekê bo avakirina têgihiştineke baş bikar tîne, bo wan navçeyên ku cihê balkêşanê ne û girîng in, dawiyê bi sotemeniya maddî tîne, û dahat bi wan rêyan kom nake, ku zerarê digihînin jîngehê, kiryara guherîna keşûhewayê dixe nav karên bazrganî. Hewlên me ji aliyê welatan bihevre ye bo rizgarbûna ji Coronayê, divê wek derfetekê bê bikaranîn, bo bilezkirina guherînê û bidestxistina enerjiya paqij û qayîm. Niha ez wek seroka civaka aborî ya Asya û Zeryaya Aram, daxwazê ji serkirdeyên welatên Asya û Zeryaya Aram dikim yekbûnê pêk bînin, û bibin qehremanên siberojeke qayîm derbarê guherîna keşûhewayê de.”

31ê Cotmeha îsal Lûtkeya guherîna keşûhewayê li Glasgoya Scotlandayê tê kirin, serokên welatan, serokên hikûmetan, zana û rêxistinên jîngehê pabendbûna xwe didin bi hiştina pileya germaya erdê ku ji 1.5 pileya sîlîzî bilindtir nebe ji serdema berî sektora pîşesaziyê.

 

Rudaw

Top