• Thursday, 26 February 2026
logo

Amerîka: Civîna ligel şanda Tirk a derbarê F-35an de berhemdar bû

Gulan Media October 28, 2021 Nûçe
Amerîka: Civîna ligel şanda Tirk a derbarê F-35an de berhemdar bû

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku civîna wan a ligel şanda Tirk li Enqerê derbarê bernameyê firokeyên F-35an de berhemdar bû ku Tirkiye 23ê Îlona 2020an ji wê bernameyê hatiye derxistin. Biryar e bo gotûbêjkirina heman mijarê şandeke Tirkî di mehên pêş de serdana Washingtonê bike.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Fermandar Anton Semelroth da zanîn ku Andrew Winternitz ligel Melissa Benkert, herdû berpirsên bilind ên Pentagonê serokatiya şanda Amerîkayê kirine û di civîna roja Çarşembê ya Enqerê de mijara bernameyê F-35an gotûbêj kirine ku Amerîka dibêje ji Îlona 2020an ve Tirkiye jê hatiye derxistin.

Semelroth di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de dibêje: “Civîn berhemdar bû, biryar e di mehên pêş de herdû şand careke din li Washingtonê bicivin.”

Amerîkayê di serdema serokatiya Donald Trump de li beramber kirîna sîstema mûşekî ya S-400an Tirkiye ji bernameyê firokeyên şer ên F-35 derxist. Amerîka û hevpeymanên wê yên NATOyê di wê baweriyê de ne ku Rûsya dixwaze bi rêya sîstema mûşekî zanyariyan li ser firokeyên şer ên Amerîkayê bi dest bixe, lê Tirkiye vê nerînê red dike.

Tirkiye li ser kirîna sîstema mûşekî ya S-400an a Rûsî pêdagir bû, hevdem ew yek jî pêşan daye ku dixwaze vegere nav bernameyê Amerîkî, Enqerê daxwaza 100 firokeyên F-35 ji Amerîkayê kiriye, Tirkiye yek ji wan welatên NATOyê ye ku hinek parçeyên taybet bi F-35ên Amerîkî berhem dianîn.

Berê Tirkiyê ragihandibû ku di rêkeftina taybet bi kirîna firokeyên F-35 de 1.4 milyar dolar dane Amerîkayê û îdareya Biden destpêşxerî kiriye daku ji dêlva wan pereyan, firokeyên F-16 bide Tirkiyê. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price jî derbarê de got: “Amerîkayê ti pêşniyareke darayî bo firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê nekiriye.

 

Rudaw

Top