• Thursday, 26 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê: 11 hezar mûçeyê “bindîwar” hatiye qutkirin

Gulan Media October 28, 2021 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê: 11 hezar mûçeyê “bindîwar” hatiye qutkirin

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragehand, heta niha herî kêm mûçeyê 11 hezar kesan bi temamî hatiye qutkirin.

Serokê fermangeha hemahengî û dûvçûnê ya hikûmeta Kurdistanê, Ebdulhekîm Xesrew ji K24 re gotiye, di mijara çakasî û reforman de gavên baş hatine avêtin û ji 460 hezar karmend û polîsan re kodên taybet hatiye çêkirin bo wergirtina mûçe.

Ebdulhekîm Xesrew her wiha gotiye, di çarçoveya nehîştina “bindîwar” û gendeliya mûçe de jî 21 hezar mûçe hatiye sekinandin, ji wan mûçeyê ku hatiye sekinandin, 11 hezar bi temamî hatiye qutkirin.

Li Herêma Kurdistanê ji wan kesên ku kar nakin û mûçe werdigirin, re dibêjin “bindîwar”.

 

Basnews

Top