• Thursday, 26 February 2026
logo

DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir

Gulan Media October 28, 2021 Nûçe
DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir

Çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê ragihand; îşev DAIŞê li bakurê Bexdayê êrîşî hêzên Iraqê kir.

Hat diyarkirin ku hejmarek çekdarên DAIŞê ketine du gundên bi navên Der' Feyaz û gundê Ebdullah Feyaz û êrîş kirine ser Firqeya 11 ya Artêşa Iraqê ya li bakurê paytexta Iraqê.

Herwiha eşkere kir ku şer û pevçûn berdewam in û firokeyên şer ên Iraqê çend cih kirine armanc.

Duh bi şev jî DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kir û di wê êrîşê de 11 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

 

K24

Top