• Tuesday, 17 February 2026
logo

Efrîniyan berê xwe da navenda Artêşa Tirkiyeyê: Bila çekdar derkevin

Efrîniyan berê xwe da navenda Artêşa Tirkiyeyê: Bila çekdar derkevin
xelkê efrînê daxwaza derçûna cîhadiyan dike
Navenda Medyayê ya Efrînê bi vîdeoyekê ragihand ku piştî endamên hêzên çekdar ên ji Xûtaya Şamê hatine Efrînê êrîşî xwediyê jeneratorekê kiriye, xelkê berê xwe daye navenda Artêşa Tirkiyeyê û xwestiye ku ew çekdar ji bajarî derkevin.

Li gorî agahiyên ku navendê belav kirine, endamên komên ji Xûtayê êrîşî xwediyê jenerator û xebatkarê tamîrkirinê kiriye ji ber wî ji wan wan daxwaz kiriye ku fatoreya du mehên borî ya elektirîka ku wan xerç kiriye bidin.

Bûyera ku li taxa Mehmûdiyê pêk hatiye, bûye sedem ku xelkê taxê derkevin û li ber navenda Artêşa Tirkiyeyê vê kiryarê protesto bikin.

Herwiha xelkê taxê daxwaz kiriye ku ew çekdar ji Efrînê derkevin.

K24
Top