• Tuesday, 17 February 2026
logo

5 xûşk û birayên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê xeniqîn

5 xûşk û birayên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê xeniqîn
Di rêya çûna ber bi Ewrropayê re, pênc xûşk û bira yên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê xeniqîn.


Roja Yekşemî 3ê Hezîrana 2018, nûçeya xeniqîna 9 koçberên Sûrî li beravên bajarê Antalya yê Tirkiyê, di medyayan de hatibû belavkirin.

Li gorî zanyariyan, li nêzîkî beravên navçeya Demre ya bajarê Antalya yê Tirkiyê yexteke koçberên neyasayî noqmî avê bû û di encama vê bûyerê de 9 koçber xeniqîn ku 6 ji wan zarok bûn.

Piştî lêkolîn û lidûvçûnên Polîsê Beravê yê Tirkiyê, derket holê ku pênc kesên ku di bûyera noqimbûna keştiyê de canê xwe ji dest dane, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.

Li gorî wan agahiyan, ew 5 kes zarokên dayik û bavekî Kurd in û xûşk û birayên hev in.

Medyayên Tirkiyê belav kirine, ku navê wan pênc xûşk û birayên Kurd, Dêrîn Reşîd 13 salî, Dildar Reşîd 10 salî, Şîar Reşîd 8 salî, Dijwar Reşîd 8 salî û Emîne Reşîd a 3 salî ne.

Li gorî agahiyan, dayik û bavê wan zarokên Kurd ji bûyerê rizgar bûne û di jiyanê de mane.

Termên qurbaniyên bûyera îro bo nexweşxaneya dewletî ya Antalyayê hatine veguhastin û li pizîşkiya dadê ya Antalya lêkolîn li ser tê kirin.

Li gorî Polîsê Beravê yê Antalya, yexta wan koçberan îro Yekşemî di demjimêr 02:22ê sere sibê de birêketibû û piştî ku çend kîlometran ji beravê dûr ketibû, noqmî avê bûye.

Li gorî amara rêxistina koça cîhanî, UNHCR di sala 2017ê de 3 ,139 koçber di Deryaya Medîterane (Spî) de xeniqîne.

Her li gorî UNHCR, di 5 mehên îsal de 660 koçber di Deryaya Medîteraneyê de xeniqî ne.

Rudaw
Top