• Thursday, 26 February 2026
logo

Tirkiyê- Parlamentoyê tezkereya Iraq û Sûriyê pesend kir

Gulan Media October 27, 2021 Nûçe
Tirkiyê- Parlamentoyê tezkereya Iraq û Sûriyê pesend kir

Tezkereya ku rê dide arteşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê operasyonên serbazî pêk bîne, ji bo dirêjkirina 2 salan, li Parlamentoya Tirkiyê deng li ser hat dayîn. Tezkere bi piraniya dengan hat dirêjkirin.

Roja sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li Parlamentoya Tirkiyê tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya derbarê nûkirina mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê de dengdan li ser hat kirin.

Tezkere bi piraniya dengan hat qebûlkirin. AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê ji bo tezkereyê dengê tezkereyê dengê "erê" bikar anîn. CHP û HDP li dijî tezkereyê derketin.

Mustafa Yeneroglu ku yekane parlamenterê Partiya DEVA ye li Parlamentoya Tirkiyê ragihadibû ku ew dê piştgirî bide tezkereya dirêjkirina dema operasyonên derveyî sînor.

Top