Amerîka û Tirkiyê li ser pirsa Minbicê dicivin
Wezareta derve ya Tirkiyê ragihand, ku wezîrê derve Mewlûd Çawîşoglû wê îro li gel havpostê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo, rewşa Sûryê bigiştî û ya bajarê Minbicê bitaybetî gotûbêj bike.
Herwiha wê herdu alî pêwendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de û hejmarek ji doseyên herêmî û navdewletî gotûbêj bikin.
Berî niha wezîrê derve yê Tirkiyê ragihandibû, ku welatê wî derbarê Minbicê, bi Amerîka re lihev kiriye, lê piştî wan daxuyaniyên Çawîşoglû, wezareta derve ya Amerîka ew yek red kir.
Waar.tv
