Demîrtaş: Em ne nûnerê PKKê ne
Pêwendiyên PKK û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nêrînên wan ên di derbarê siyaseta yasayî de her tim bûye cihê gengeşeyê. Di daxuyaniyên dawî yên her du aliyan de jî ev yek eşkere ye. PKK û HDP li ser hilbijartinên 24ê Hezîranê di nav 3 rojên dawî de li dijî hevdûdu 4 daxuyanî dan û balkêş e ev 4 daxuyanî ser hevûdu belav bûn.
Cara yekemîn Demîrtaş axivî û peyama wî li televîzyoneka taybet a Tirkiyê hate xwendin. Demîrtaş digot, divê PKK li dijî Tirkiyê çekan deyne û pirsa Kurdî bi rêbazên aştiyane were çareser kirin. Herwiha ti pêwendiyeke rêxistinî di navbera wan û PKKê de jî nîne.
Piştî vê daxuyaniya Demîrtaş, daxuyanîya duyemîn ji aliyê Endamê Desteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilanî ve hate dayîn. Karayilan di 1ê Hezîranê de ji ajanseke nêzikê PKKê re diyar dikir, ew partiya hilbijartinan nîn in û bi riya hilbijartinan jî nagihijin encamekê.
Piştî rojeke din di 2ê Hezîranê de jî rêveberekî din ê PKKê Duran Kalkan axivî. Kalkan digot: Divê mirov xwe nexapîne. Mimkûn nîn e faşîzma AK-Partî û MHPê bi hilbijartinan dawî were. Erdogan di hilbijartina 2015an de biser neketibû, lê dîsa jî dest ji desthilatdariya xwe berneda. Şer bilind kir û desthilatdariyê careke din bides txist.
Piştî van daxuyaniyên rêvberên PKKê, Selahattîn Demîrtaş careke din axivî û da zanîn ku ew ne nûnerê PKKê ne. Lê ew nûnerê dengdêrên xwe ne. Ew dijî şerê PKKê ne jî, yê hikûmeta Tirkiyeyê ne jî.
Ev 4 daxuyanî eşkere dike, di navbera Rêveberên PKKê û Demîrtaş de lihevnekirinek berbiçav heye. Lewra HDP girîngiyek zêde dide siyaseta demokratîk û hilbijartinan û ji bo vê jî xebatek mezin dike. Lê PKK baweriya xwe bi vê nayine. Digel ko 10 hezar endam û rêveberên HDPê bi tohmeta bangeşekirina PKKê di girtîgehan de ne û yek ji wan jî Selahatîn Demîrtaş e.
K24
