• Thursday, 26 February 2026
logo

Amerîka pîrozbahiyê li serkeftina hilbijartinên Iraqê dike

Gulan Media October 26, 2021 Nûçe
Amerîka pîrozbahiyê li serkeftina hilbijartinên Iraqê dike

Wezareta Derve ya Amerîka serkeftina hilbijartinan li gelê Iraqê pîroz kir û “gefên” li dijî nûneratiya Neteweyên Yekgirtî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan şermezar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Amerîka pêşwaziyê li daxuyaniya Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê dike.”

Herwiha got jî: “Em ji ber proseya hilbijartinan a bi ewle û aştiyane derbas bûye, pîrozbahiyê li gel û hikûmeta Iraqê dikin.”

Destnîşan kir: “Hilbijartinên Iraqê derfetek ji dengderên Iraqî bû, ta ku bi riya hikûmeteke ku îradeya wan nîşan bide, biryarê li ser paşeroja xwe bidin.”

Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir: “Em bi civaka navdewletî re gefên li dijî nûneratiya Neteweyên Yekgirtî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan tên xwarin, şermezar dikin.”

Wezareta Derve ya Amerîka got: “Em hemû aliyan han didin, rêzê li serweriya yasayê û pakiya birêveçûna hilbijartinan bigirin.

Destnîşan kir jî, Amerîka li bendê ye kar bi hikûmeta nû ya Iraqê re bike, ji bo bihêzkirina hevkariya wan a stratejîk û berjewendiyên wan yên hevbeş, bi awayekî ku aramî û serweriya Iraqê biparêze.

 

 

K24

Top