• Tuesday, 17 February 2026
logo

Qaymeqamê Qeladizê: Em nahêlin xelkê bajêr bê av bimînin

Qaymeqamê Qeladizê: Em nahêlin xelkê bajêr bê av bimînin
Qaymeqamê bajarokê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê ragihand, bi dezgehên pêwendîdar re hewla çareserkirina kirîza ava vexwarinê didin.

Ev sê roj in Îranê ava vexwarinê ya devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê girtiye. Ji ber wê jî kirîza avê derketiye.

Qaymeqamê Qeladizê Bekir Bayîz ji BasNewsê re got, piştî ku Îranê ava çemê Zêyê Biçûk girt li vê deverê ava vexwarinê kêm bû. Lê em niha bi alîkariya dezgeha avê ya Qeladizê mijûlî çareserkirina wê arîşê ne.

Bekir Bayîz her wiha got, ji ber ku hêza avê kêm bûye û pom nikare avê bikşîne, em neçar man çend çalan vedin, piştî ku ew çal tijî bûn wê çaxê emê avê dabeş bikin bi ser malan de. Em nahêlin xelk bê av bimînin.

Basnews
Top