• Thursday, 26 February 2026
logo

Parlamentoya Tirkiyê li ser mana hêzên xwe yên li Sûriye û Iraqê biryar dide

Gulan Media October 26, 2021 Nûçe
Parlamentoya Tirkiyê li ser mana hêzên xwe yên li Sûriye û Iraqê biryar dide

Parlamentoya Tirkiyê derbarê proje-biryara nûkirina mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê de biryar dide, HDP jî dibêje, ku ew deng nadin wê proje-biryarê wate tezkereyê.

Îro Sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li Parlamentoya Tirkiyê proje-biryara (Tezkere) Serokatiya Komara Tirkiyê ya derbarê nûkirina mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê de dikeve dengdanê.

Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê Saruhan Oluç roja Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê di civîneke çapemeniyê de li Parlamentoya Tirkiyê ragihand ku ew deng nadin proje-biryarê.

Proje-biryar roja 20ê Cotmeha 2021ê bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat pêşkêşkirin. Piştî tezkere yan proje-biryar li Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin, dema mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê bo 2 salên din tê dirêjkirin.

Pêşkêşkirina wê proje-biryarê di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyê gefa êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwe û operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê berdewam in.

Parlamentoya Tirkiyê herwiha roja 19ê Cotmeha 2021ê dema mana hêzên artêşa Tirkiyê li Malî û Komara Efrîqaya Navîn bo dema salekê dirêj kir.

 

Rudaw

Top