• Thursday, 26 February 2026
logo

Cemîl Bayik: Ti demekî peyvendiyên me li gel malbata Esed qut nebûye

Gulan Media October 26, 2021 Nûçe
Cemîl Bayik: Ti demekî peyvendiyên me li gel malbata Esed qut nebûye

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê Cemîl Bayik ragehand, ti demekê peyvendiyên wan li gel malbata serokê rejîma Sûriyê qut nebûye.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke li gel El Erebî Cedîd de ragehand: Peyvendiyên PKKê û rejîma Sûriyê peyvendiyên dîrokî ne.

Cemîl Bayik, ku piştî rêberê PKKê Ebdula Ocalan wek kesê duyem tê pênase kirin got: Peyvendiyên PKKê li gel malbata Beşar Esed ê serokê rejîma Sûriyê bihêz e û PKK, ti demekî peyvendiyên li gel rejîma Sûriyê qut nekirine. Eger ew peyvendiyên xwe li gel me qut nekin, em ti demekî peyvendiyan qut nakin.

Herwaha ragehand, herçend îdareya rejîma Sûriyê helwêstekî nerênî li hember PKKê nîşan dide jî, ‘’Em helwêstê xirab li hember îdareya Beşar Esed nîşan nadin.’’

Cemîl Bayik amaje bi wê yekê jî kir ku PKK rêz li peyvendiyên Ebdula Ocalan û malbata Beşar Esed digre.

Top