Wezareta Tenduristiya Iraqê: Pêla çarem ya Koronayê di rê de ye
Wezareta tenduristiya Iraqê ragehand, pêla çarem ya Koronayê di rê de ye.
Berdevkê wezareta tenduristiya Iraqê, Seyf Bedir ji BasNewsê re got, pêla çarem ya Koronayê nêzîkî Iraqê bûye, ji ber ku ew pêl li Amerîka, Rûsya, Erebistan û çend welatên din belav bûye.
Seyf Bedir her wiha got, heta niha ti pêketiyekî pêla nû li Iraqê nehatiye tomarkirin lê ew pêl dê her bigehîje Iraqê, loma divê welatiyên me xwe biparêzin.
Berdevkê wezareta tenduristiya Iraqê bang li welatiyan kir, vaksîna Koronayê li xwe bidin û şîretên tenduristiyê bicîh bînin.
Basnews
