Amerîka: Em dê li ser piştevaniya mafên mirovan li Tirkiyê berdewam bin
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew pabendî “rêzgirtina li mafên mirovan û serweriya hiqûqê” ne û ew dê li ser piştevanîkirina mafên mirovan li Tirkiyê berdewam bin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price derbarê daxuyaniya balyozxaneyan a roja duşemê de, 25/10/2021, de axivî û got, ew zelalkirinek bû bo maddeya 41 a Peymannameya Viyenayê ku taybet e bi mafên mirovan.
Ned Price di wê daxuyaniya xwe de tekez kir, “Em bi awayekî bihêz girêdayî soza xwe ya pabendbûna bi rêzigirtina li mafên mirovan û serweriya hiqûqê ne” û got, ew dê berdewam bin li ser piştevanîkirina mafên mirovan li Tirkiyê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, diyar kir ku ji bo nehiştina nakokiyan, ew dê diyaloga li gel Tirkiyê berdewam bikin û got, “Baweriya me bi wê heye ku baştirîn rêya pêşketinê hevkariya li ser berjewendiyên dualî ye û li gel Tirkiyê di gelek waran de berjewendiyên me yên hevbeş hene.”
Roja 18ê Cotmehê balyozxaneyên Amerîka, Kanada, Fransa, Fînland, Denmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadkirina karsaz û çalakvan Osman Kavala kiribûn. Balyozên wan welatan, di wê daxuyaniya hevbeş de, piştevaniya xwe ji bo kesayetiyê diyar ê warê xêrxwaziyê li Tirkiyê Osman Kavala nîşan dabûn ku di zindanê de ye û daxwaza azadkirina wî kiribûn.
Daxuyaniya her 10 balyozxaneyan karvedanên zêde li pey xwe anîn û roja 23yê mehê jî Recep Tayyîp Erdogan ragihand, wî ferman daye Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu ku ew 10 balyoz wek `kesên nexwestî` îlan bike, ku ev jî tê wateya dersînorkirina balyozan û biryar bû îro di civîna kabîneyê de biryar li ser bê dayîn.
Lê roja duşemê, 25/10/2021, balyozxaneyan, daxuyaniyeke nû belavkirin ku pabendbûna xwe ya bi rêzgirtina li yasayên navxwe dûpat kirin. Balyozxaneya ragihandin ku ew pabendî maddeya 41 ya Peymannameya Viyenayê ne ku ew madde taybet e bi rêzgirtina li yasayên welatan.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro piştî civîna kabîneyê di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi wê daxuyaniyê kir û got, “Îro bi daxuyaniyên balyozxaneyan ji vê xeletiyê hat vegerandin. Kesên rêza wan ji serxwebûna welatên me re tune be, postê wî çi dibe bila bibe, nikare li vî welatî bimîne.”
Rudaw
