Agahiyên dawî li ser rewşa tenduristiya Kosret Resûl
Berpirsekî YNKê behsa rewşa tenduristiya serokê encumena bilind ya siyasî û berjewendiyên YNKê Kosret Resûl dike û dibêje, ji duhî baştir e.
Rewşa tenduristiya serokê encumena bilind ya siyasî û berjewendiyên YNKê Kosret Resûl xirab e. Rewşa wî ew qasî xirab bûye ku îro li hinek cihan hat belavkirin ku Kosret Resûl koça dawî kiriye lê zû ev nûçe ji aliyê malbata wî ve hat redkirin.
Li ser rewşa tenduristiya Kosret Resûl, berpirsê melbenda Hewlêrê ya YNKê, Selah Bapîr, ku yek ji kesên nêzîkî Kosret Resûl e, ji BasNewsê re got, rast e rewşa tenduristiya Kosret Resûl xirab bû ji ber wê jî ew birin Almanya û niha li nexweşxanê ye.
Selah Bapîr her wiha got, lê îro min agahî wergirt ku rewşa wî ji duhî baştir bûye û bi derdora xwe re axiviye.
Li ser gotegotên jehrîkirina Kosret Resûl jî wî berpirsê YNKê got, na tiştekî wisa nîne, rewşa kak Kosret nexweşiyek din e.
Bi gotina wî berpirsê YNKê, eger rewşa wî baş bibe dê vegere Kurdistanê, eger na dê li wir bimîne.
Basnews
