Ji ber rêgiriya li vegera îdareya rewa ziyanên mezin geheştine Şingalê
Piştî helbijartinan divê îdareya rewşa ya Şingalê vegere ji bo danîna qaymeqam jî dê hemahengî di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê de hebe.
Cîgirê parêzgerê Nînowa yê karûbarên koçberan Omer Elî ji BasNewsê re ragehand: Pir giringe hikûmeta pêş a Iraqê bê û giringiyê bide pirsa Şingalê, bi taybet jî di warê vegera koçberên Şingalê de û dabîn kirina ewlehî û qerebû kirina xelkê Şingalê yên ji aliyê terorîstên DAIŞê ve sala 2014ê de rastî ziyanan hatine. Herwaha kar bê kirin bo vegera îdareya rewa ya Şingalê. Ji ber heta îdareya rewa nevegere Şingalê avadanî li Şingalê destpê nake. Herwaha koçber jî nikarin vegerin.’’
Herwaha got: ‘’Divê hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê rêkeftinê li ser danîna kesekî bo peywira qaymeqamiya Şingalê. Ez dibînim ku piştî helbijartinan dê îdareya rewa ya Şingalê wegere bajêr.’’
Omer Elî got: ‘’Nevegera îdareya rewa ya Şingalê ziyaneke mezine, bi her awayekî be pêwîste îdreya rewa vegere Şingalê. Ji bo ku Şingal ava nabe bê vegera îdareya rewa ya Şingalê. Ev 5 sale îdareya rewa neçûya Şingalê, encamê de jî proje nehatine bicîhanîn û avadanî nehatiye kirin û koçberan jî nekariye wegerin. Her demekî îdareya rewa vegeriya Şingalê dê ji bo koçberan jî bawerî çêbe û îşaretên kar kirinê diyar bibin ji bo xelk jî vegere Şingalê.’’
Herwaha got: ‘’Şingal nayê avadan kirin, ji ber nevegera îdareya rewa ya Şingalê, lê her dema îdareya rewa vegeriya Şingalê dê rêxistin jî qesda Şingalê bikin ji bo avadanî û dabîn kirina projeyan.’’
Omer Elî got: ‘’Heta naha zêdetir ji 140 hezar koçberên Şingalê nav kampên li sînorê parêzgeha Duhokê de mane, ji bilî koçberên nav xaniyên temamnebûyî û derveyî kampan de jiyan dikin. Heta naha bêhtirê xelkê Şingalê koçber in û li bendê ne piştî helbijartinê pirsgirêkên Şingalê çareser bibe û îdareya rewa vegere Şingalê.’’
Rêveberiya şaredariye Şingalê Bapîr Xidir Hecî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sedî 80 Şingal ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye wêran kirin, gelek caran me hewldan kirin ji bo vegera Şingalê, lê hêzên neyasayî rêgirî li vegera îdareya rewa kirin, ew jî bû sedem em nikaribin ti projeyekî xizmetê li Şingalê bicîh bînin.’’
Herwaha got: ‘’Ev bêhtir ji 5 salane bi taybet jî piştî 16ê cotmeha sala 2017ê ve me nekariye vegerin Şingalê, ku avadaniyê û gehandinê bidin destpê kirin û projeyên xizmetê bicîh bînin, ji ber rêgirî li vegera îdareya Şingalê hatiye kirin. Eger rêgirî nehatiba kirin û em çûbane Şingalê naha bêhtir ji sedî 40 Şingalê hatibû ava kirin, lê mixabin ew çend salin em nikarin biçin Şingalê ji ber aloziyên hêzên neyasayî.’’
