Wezareta Koç û Koçberên Iraqê: 37 hezar malbatên koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê mane
Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ragehand, heta naha jî 37 hezar malbatên koçberên Iraqê hîn li Herêma Kurdistanê mane.
Îro 25.10.2021ê Wekîlê Îdareya Wezareta Koç û Koçberên Iraqê Kerîm Nûrî ji rojnameya fermî ya Iraqê re ragehand, wezareta wan heta naha asankarî ji bo vegera 134 hezar koçberên Iraqê ku vegerin ser mal û halên xwe kiriye.
Kerîm Nûrî ragehand: ‘’Heta naha jî 39 hezar û 214 malbatên Iraqê li kampên Herêma Kurdistanê û parêzgehên Nînowa û Enbarê mane û nevegeryane cîhên xwe.
Herwaha got, ew malbatên ku li kampan mane pêktên ji 176 hezar û 341 kesan.
Kerîm Nûrî aşkera kir, tenê li Herêma Kurdistanê 37 hezar 113 malbatên koçber li kampên Herêma Kurdistanê mane û nevegeryane ser mal û halên xwe, ku pêktên ji 165 hezar û 952 kesan û li 26 kampên Herêma Kurdistanê hatine bicîh kirin.
Ew malbatên Iraqê ji ber şerê eşîrî û gef û metirsiyên grubên terorîst hewara xwe anîbûn bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û li bajar û navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine bicîh kirin.
Piraniya koçberên Iraqê li herêma Kurdistanê ji ber avadan nebûna navçeyên wan û nebûna asayîş û seqamgiriyê nevegerin ser mal û halên xwe.
Basnews
