• Thursday, 26 February 2026
logo

HDPê di derbarê 10 balyozan de daxuyanî da

Gulan Media October 25, 2021 Nûçe
HDPê di derbarê 10 balyozan de daxuyanî da

HDP'ê di derbarê biryara dersînorkirina 10 balyozan de daxuyaniyek da û diyar kir ku eger 10 balyoz bên dersînorkirin, Tirkiye îzole bibe û hikûmet bi vê pêngavê krîzên sûnî ava kiriye.

Bi îmzeyên Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, di derbarê hewldana dersînorkirina 10 balyozên ku banga azadkirina Osman Kavala kiribûn daxuyaniyeke nivîskî belav kirin.

HDP di daxuyaniya xwe de bal hat kişandin ser wê yekê ku Tirkiye dê bi vê pêngavê îzole bibe û ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat xwestin ku astengiyên siyasî yên li pêşiya pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rake.

“Ji bilî îzolekirinê dê ti encamê nede.”

Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

Banga Serokomar Erdogan a îlankirina balyozên Amerîka, Keneda, Fransa, Finlanda, Danmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê yê li Enqerê wek “Mirvovê nexwestî” ji xeynî îzolekirina Tirkiyê di qada navneteweyî de, dê bibe sedema pevçûnên nehewce û hilweşîna aborî.

Hewldana ragihandina “Mirvovê nexwestî” bi rêbazeke ku di siyaseta derve de xeleke nelihevkirinê ye û di dema şer de jî welat kêm caran serî li wê didin, li dijî berjewendiyên gelên me ye.

Ji xeynî Amerîka, Kanada û Zelanda Nû ku di nav 10 balyozan de cih digirin, Tirkiye endamtiya xwe ya li Konseya Ewropayê parve dike û di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hevpar e.

Ji ber ku balyozên van welatan banga cîbicîkirina biryarên serbestberdana Osman Kavala ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kirine, hatina wan a rastî muameleyeke wisa bi aqil nayê îzahkirin.

“Pêwîstiya dawî wî bi dijminatiyên nû ye”

Tiştê welatekî ku bi hemû cîranên xwe re di nav nakokiyê de ye, pereyê wî her dem nirx winda dike, deynê wî yê biyanî ji 400 mîlyar dolarî derbas bûye û beşeke girîng ji çavkaniyên xwe ji bo şer û çekan terxan dike, pêdivî dawîn bi dijminatiyên nû heye.

Serxwebûn û bêalîbûna darazê li Tirkiyê di bin lingan de ye. Rejîm dijberên xwe yên siyasî dîl digire û eşkere radigihîne ku Serokomar, ew biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake. Di serdemeke wiha de, bibîranîna biryarên dadgehên navneteweyî yên ku dadgeriya Tirkiyê girêdidin, weke destwerdana li darazê binavkirin ne qanî ye.

Rejîm bi çêkirina krîzên sûnî hewl dide ji xitimîna ku ketiye nav derbikeve. Pêngava ku amade dike dê welat ber bi xitimandinên nû ve bibe û gelên me yên ku roj bi roj feqîrtir dibin dê berdêla qeyranên darayî û aborî yên ku dê girantir bibin û daketina nirxê lîreyê tirk bidin.

“Divê Serokkomar astengiyên siyasî yên li pêşiya cîbicîkirina biryarên DMMEyê rake”

Heger bi rastî jî Tirkiye îdiaya xwe ya ji cîhana şaristaniyê bidomîne, tenê ya rast ku Serokomar dikare bike ew e ku astengiyên siyasî yên li pêşiya cîbicîkirina biryarên DMMEyê rake.

Em bi tundî şermezar dikin û tekez dikin ku em tu carî sûcdariyên bêbingeh, neqanûnî, gemar û heqaretên Serokomar li dijî Hevserokê me yê berê Selahattin Demirtaş û hevjîna wî ji bo rewakirina dîlgirtina neqanûnî qebûl nakin. Em careke din diyar dikin ku em dê wî ji van gotinan li ber wijdana gel û hiqûqê berpirsyar bigrin.

 

Rudaw

Top