Îtîlafa Malikî: Em razîne erkê serokkomariyê ji PDKê re bê dayîn!
Rêveberê ofîsa serokê Îtîlafa Dewleta Yasa ya Nûrî Malîkî Hîşam Rêkabî ragehand: ‘’Îtîlafa me li gel şandeyên Kurdistanê gotûbêja sê serokên Iraqê nekirine. Ji ber behs tenê li ser pêkanîna kutleya herî mezin a parlamentoyê bûn.’’
Herwaha diyar kir, ew wek Îtîlafa Dewleta Yasa ti nerazîbûn nîşan nadin ku erkê serokkomariyê ji YNKê re bê dayîn.
Berî naha berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDKê biryara xwe daye û em amadene bo rûniştin û guftûgoyê li gel hemû aliyan bikin. Bi taybet aliyên serkeftî yên helbijartinê û kursî bidest xistine. Ji ber li gor me eger kurd bixwazin giraniyekê li Bexdayê çêbikin pêwîste hemû li gel yek hevpeymaniyekê ava bikin.’’
Herwaha aşkera kir: ‘’Ew rêkeftina di navbera PDKê û YNKê de ku berê li ser erkê serokkomar hatibû kirin, li gel pêkanîna vê helbijartinê bi dawî bû. Ji ber vê jî eger careke din rêkeftin bê kirin û dê çawa be ne diyar e? dê çê bibe? Dê kî bibe ev xalene hemû li ser wê rêkeftinê dimînin.’’
Basnews
