Qezabûna nahiyên Enkawe û Pîrmam yên Hewlêrê bi fermî tê pesendkirin
Encumena parêzgeha Hewlêrê sibê biryara qezabûna Enkawe û Pîrmam pesend dike.
Serokê encumena parêzgeha Hewlêrê, Elî Reşîd ji BasNewsê re got, sibê encumena parêzgehê dicive û deng li ser biryarên qezabûna nahiyên Enkawe û Pîrmam dide.
Elî Reşîd her wiha got, piştî ku her du nahiyên han bi fermî bûn qeza, wezareta navxwe dê dest bi bicîhanîna rêkarên îdarî dike.
Beriya niha serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehandibû, wan biryar dane nahiyên Pîrmam û Enkawe bikin qeza.
