• Thursday, 26 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêdê yê li Iraqê kir

Gulan Media October 24, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêdê yê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêdê yê Ii Iraqê kir û spasiya Swêdê kir ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.

Serok Mesûd Barzanî îro 23yê Cotmeha 2021ê li Selahadîn pêşwazî li Balyozê nû yê Swêdê yê li Iraqê Jonas Loven kir û di hevdîtinê de Balyozê Swêdê di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û pêzanînên wî ji bo Herêma Kurdistanê hebû ji ber alîkariya ji koçber û penaberan û lêqewmiyan daye.

Balyozê Swêdê amaje bi rola dîasporaya Kurd a di berfirehkirina peyvendiyên herdu aliyan kir û hêvî xwest ku peyvendiyên di navbera welatê wan û herêma Kurdistanê di warê aborî de jî pêş bikevin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî jî spasiya Swêdê kir, ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û di rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.

Serok Barzanî wekî ku pêşwazî li pêşxistina peyvendiyên herdu aliyan kir, di kar û erkên wî de jî hêviya serkeftinê ji bo balyozê nû yê Swêdê li Iraqê xwest.

Metirsiya terorê li ser seqamgîriya cîhanê û tekoşîna dijî teror û tundiyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.

 

K24

Top