Zankoya Soran ya Herêma Kurdistanê derbasî rêzbendiya QS bû
Zankoya Soran ya Herêma Kurdistanê karî asta xwe ya zanistî bilind bike û derbasî rêza navdewletî ya bi navê “QS” bibe.
Endamê desteya medyayî ya zankoya Soran, Zêbar Ezîzxan ji BasNewsê re got, piştî hewl û xebateka zêde zankoya Soran karî asta xwe ya zanistî bilind bike û ji bikeve rêza navdewletî ya “QS” û asta wê were pesendkirin.
Zêbar Ezîzxan her wiha got, li gorî rêzbendiya QS, zankoya Soran di rêzbendiya sala 2022 de di nav zankoyên serekeftî yên welatên erebî tê hesibandin.
Wî endamê desteya medyayî ya zankoya Soran da zanîn jî, QS heman Quacquarelli Symonds e ku saziya taybet bi rêzbendkirina zankoyên cîhanê ye. Wê saziyê zankoyên cîhanê bi ser sê grûp de dabeş kiriye; rêzbendiya cîhanî, rêzbendiya mijarî û rêzbendiya herêmî.
Saziya QS ji sala 2004 ve rêzbendiya zankoyên cîhanê belav dike.
Zankoya Soran li bajarê Soran yê Herêma Kurdistanê ye ku sala 2009 hatiye çêkirin.
Zankoya Soran ji 5 kolêjan (fakulte) pêk tê: Kolêja Zanistî, Kolêja Endazyariyê, Kolêja Edebiyat û Ziman, Kolêja Perwerdê û Kolêja Hiqûqê.
Basnews
