PDK guhartinên mezin dike
Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, Besam Elî dibe berpirsê Liqê 12 ê PDKê li Helebceyê û herwiha hejmarek kadroyên genc çend liqên din werdigirin.
PDK piştî bidestxistina (25) kursiyan di parlemantoya Iraqê de, ji niha ve amadekariyê ji bo hilbijartinên Kurdistanê dike, destpêk jî bi guhartinên di liq û nivîsgehan de dest pê dike.
Biryar e di 30 Îlona bê deproseya hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê bi rê ve biçe.
K24
