• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Efrînê eşîreteke ereb li dijî gurûpên opozîsyonê derket

Li Efrînê eşîreteke ereb li dijî gurûpên opozîsyonê derket
Hate ragehand ku, şer û pevçûn di navbera grûpa Feyleqa Sêyemîn a Artêşa Azad û û çekdarên eşîra Bobene derket.

Bobene eşîreyeke Ereban a bajarê Minbicê ye, beşek biçûk ji wê ji eşîrê ji berî 25 salan di serdema Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed ve hat Efrînê û li taxeke biçûk a Efrînê bicih bû.

Li gor K24ê ji hin jêderên navxweyî da zanîn jî, çekdarên her du aliyan derketine ser xanî avahiyan û bi çekê “Qenas” hejmarek ji taxên Efrînê armanc dikin. Lê ta niha ziyanên her du aliyan û kesên sivîl nehatine aşkerekirin.

Bobene ku Serokê wê Diyab El-Maşî bû û nêzîkî Hafiz Esed bû, naskirî ne ku alîgirên rêjîma Sûriyê ne. Li gor zanyariyan jî dema YPG ji Efrînê vekişî, çekdarên Bobene dest danîbûn ser hin komgehên çekên YPGê.

Basnews
Top