• Thursday, 26 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê – Derbarê mamosta û xwandevanan de hin pêşneyar tên guftûgo kirin

Gulan Media October 23, 2021 Nûçe
Herêma Kurdistanê – Derbarê mamosta û xwandevanan de hin pêşneyar tên guftûgo kirin

Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê mercê nû ji bo kar kirina mamosta û fermanberên dibistanan aşkera dike û ragehand: ‘’Li hin dibistanan dê xwandevan jî vaksîna dijî vîrusa koronayê wergirin.’’

Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzincî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî civîna me ya li gel wezîrê perwerdê, çend pêşneyarek hatin kirin ji bo mamosta û navendên xwendinê. Ji wan jî pêşneyara mercekî me kiriye ji bo karkirina mamosta û fermanberên dibistanan. Ew jî mercê hebûna karta vaksînê ye, yan jî testa taybet a vîrusa koronayê ya PCR.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê, ji 120 hezar mamostayên ku hene, ji wan tenê 45 hezar kesan vaksîn li xwe dane.

Wezîrê tenduristiyê di beşeke din a goteyên xwe de got: ‘’Tîma gerok a wezareta tenduristiyê dê biçe dibistanan, bi taybet dibistanên êvaran, ku ew xwandevanên jorî 18 salî ne dê wan vaksîn bikin.''

Derbarê kêm kirina hejmara xwandevanan di dibistanan de û dewama dibistanan de jî got: ‘’Ti pêşneyarekî wisa nehatiye kirin, tenê pêbendbûna girêdana maske hatiye destnîşan kirin.’’

Wezîrê tenduristiyê aşkera kir: ‘’Destpêka vê heftiyê civîna lijneya bilind a dijî koronayê dê pêkbê û çend pêşneyar dê bên guftûgo kirin û biryarên nû dê bên derxistin, lê bi ti cureyekî daxistina temamî û karantîna nav pêşneyaran de tine.

 

Basnews

Top