• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK peyameke pîrozbahiyê arasteyî YNK kir

PDK peyameke pîrozbahiyê arasteyî YNK kir
PDK bi helkefta 43. salvegera damezrandina YNKê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew tekeziyê li ser hevxebat û yekrêziya digel partî û aliyên Kurdistanî dikin ji bo parastina destkeftan.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi helkefta 43. salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniya PDKê de hat gotin ku Herêma Kurdistanê di rewş û qonaxeke din re derbas dibe, bi taybet piştî hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê û pêkanîna kabîneya hikûmetekî nû li Iraqê. Lewma carek din tekeziyê li ser hevxemî û yekrêziya xwe, mil bi milê hêz û aliyên siyasî yên din yên Kurdistanê ji bo parastina destkeftan û berevanîkirin ji wê ezmûnê re û rijdbûn liser bidestxistina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê diyar dike.

Herwiha di wê daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê de tê gotin ku ew hêvî dikin ew helkeft bibe hêvênê yekgirtî û xweşkirina zemîneya çareserkirina pirsgirêkên di nav Yekîtiyê de bi taybet û navmala Kurdistanê bi giştî, ji bo avakirina hevpeymaniyek bihêz di navbera wan de û hevgotara siyasî, hevpeymanî, biratî, wekhevî û aştewaniya hemû hêz û aliyên siyasî. Nehiştina hemû rêgir û nakokiyan û bidestxistina baştirîn destkeft ji bo Kurd û Kurdistaniyan.

Basnews
Top