• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr peyamek weşand

Gulan Media October 23, 2021 Nûçe
Serokwezîr peyamek weşand

civata ewlekarî duhê peyamek weşandibû.
Pêşwazî ji peyama civata ewlekariya NY dike.

Piştî ku civata ewlekariya Netewên Yekgirtî daxuyaniyek derbarê hilbijartinên Îraqê de weşand û têde daxwaz kir daku hikûmeteke berfire were pêkanîn, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî daxuyaniyek weşand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de nivîsandiye; Pêşwazî ji daxuyaniya civata ewlekarî ya NY derbarê hilbijartinên Îraqê de dikim.

Mesrûr Barzanî herwiha nivîsandiye: Hevkariyên teknîkî yên NY, Ewrûpa û ewin din hevkar bûne bo serxistina prosesa hilbijartinên Îraqê.

Weke tê zanîn civata ewlekariya NY duhê daxuyaniyek derbarê hilbijartinên Îraqê de belav kiribû û daxwaz ji tevahiya aliyan kiribû daku, rêz ji encamên hilbijartinan bigirin û hikûmeteke pir alî jî ava bikin.

 

 

Top