• Tuesday, 17 February 2026
logo

Yildirim: Dor hatiye rojhilatê Firatê

Yildirim: Dor hatiye rojhilatê Firatê
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, rojavayê Firatê ji YPG û PKK paqijkirin e û niha dor hatiye Rojhilatê Firatê û bibiryar in wê derê jî, ji YPG û PKK paqij bikin, ger li pişta wan Amerîka jî hebe. Yildirim got, bi helwestên ciddî li Minbicê gavên girîng hatine avêtin.



Serokwezîrê Tirkiyê - Binalî Yildirim got:



"Tirkiye di kêşeya Sûriyê de, hember PKK, YPG û DAIŞê şer dike. Me nêrî, bi operasyonên nav Tirkiyê em nikarin welatiyên xwe biparêzin.



Jiber vê me pêwîst dît ku, di cîhên wan de em li wan bidin. Operasyona Mertala Firatê û Operasyona Efrînê bi vê armancê bûn.



Em wek xencerek ketin navbera du zilhêzên cîhanê û me ew der paqij kir. Me bi vê, dorpêçiya li ser sînorên xwe yên başûr têkşikand. Niha rojavayê Firatê temam e. Gelo li Rojhilatê Feratê dê çi bibe? Rojhilat jî wek vê dibe, rêyeke din nîn e. Em tu carê nikarin bi terorê re li teniştê hev bijîn. Kî li pişt wan hebe bila hebe, dixwazî bila Amerîka jî hebe, emê lêdin. Li Minbicê bi helwesteke ciddî em gehîştin qonaxeke girîng. "



K24
Top