Gotegotên li ser nexşerêya Minbicê ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuwşoglu di hevpeyvîneke televizyonî de nexşerê ragihand û eşkere kir, ku nexşerêya Minbicê tê cîbicîkirin. Serokwezîrê Tirkiyê jî îro got, ewê derbasî Minbicê bibin û li rojavayê wê çi çêbû, wê heman tişt li rojhilatê wê jî çêbibe.
Hefteya borî komîteyeke Amerîkî-Tirkiyê ya hevbeş li Enqerê civînek derbarê bajarê Minbicê ya ser bi Heleba bakurê Sûriyê ku ji aliyê HSDê ve tê birêvebirin saz kir.
Li gor Wezareta Derve ya Tirkiyê nexşerêyek bo hevahengiya navbera herdû aliyan derbarê Minbicê de hat amadekirin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuwşoglu di hevpeyvîneke televizyonî de nexşerê ragihand û raporên rojnamevanî jî ew yek eşkere kirin, ku nexşerêya Minbicê wiha tê cîbicîkirin:
Di qonaxa yekem de di nav 30 rojan de YPG ji Minbicê derdikeve. Di qonaxa duyem de heta 45 rojan Amerîka û Tirkiye dê Minbicê birêve bibin. Di qonaxa sêyem de jî piştre xelkê Minbicê dê xwe birêve bibin.
Ji aliyê din ve Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku li ser Minbicê ti rêkeftin ligel Tirkiyê nehatiye kirin.
Li ser heman mijarê Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş tekez kir ku gotinên Tirkiyê yên derbarê Minbicê de tevliheviyê çêdikin.
Ev ne cara yekem e ku li ser rêkeftina derbarê Minbicê de gotego belav dibin. Sibata borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Rex Tilerson li ser Minbicê civiyan û dîsan behsa rêkeftinekê di navbera herdu aliyan de hatibû kirin.
Gelek carên din jî rayedarên Amerîkî-Tirkî derbarê Minbicê de civiyane, lê her car jî Wezareta Derve ya Amerîkayê pirsa rêkeftina derbarê Minbicê de red dike.
Rudaw
