• Thursday, 26 February 2026
logo

Hestîpeykerê dînazorê 66 milyon salî; 'di şer de miriye'

Gulan Media October 22, 2021 Corane
Hestîpeykerê dînazorê 66 milyon salî; 'di şer de miriye'

 Yek ji wan dînazorên herî kevn hat dîtin û lêkolîneran navê Conê mezin lê kirine ku temenê wî bi 66 milyon sal e û tê çaverêkirin di mezata vekirî ya Parîsê de bê firotin.

Pisporên dînazoran dibêjin, ev li hemû cîhanê mezintirîn dînazorê cureyê Triceratopse ku bi awayekî zanistî hatiye piştrastkirin. Li gor pisporan, ev dînazor di encama şer de miriye.

Şarezayê Bazara Berdûbûkan Iacopo Briano, dibêje, “Me li milê wî şûna birînekê dît, ku ji aliyê Zanîngeha Chieti li beşa berdûbûkan lêkolîn li ser hat kirin û gihiştin wê encamê ku birîna wî di encama şerê bi dînazorekî din re çêbûye. Dînazorê din bi qoçê xwe milê Coniyê mezin kun kiriye.”

Dînazor, sala 2015an li Dakotaya Başûr ya Amerîka ji aliyê kompanyayeke taybet ku di vî warî de kar dike hat dîtin. Heman demê yek ji mezintirîn jiyandarê ser zevî tê qebûlkirin û li gor lêkolînvanan %60ê hestiyên wî saxlem mane û ji nav neçûne. Ev jî di demekê de ku gelek caran tenê serê dînazoran tê dîtin.

Biryare Conê mezin 21ê vê mehê li Parîsê di mezata vekirî de bê firotin.

Organîzatorê Mezatê Alexandre Giquello, dibêje, “Em li vir di destpêka kar de ne. Lê me dît ku gelek kes ji van tiştan hez dikin. Ji xwe muşterî hinekî dereng tên. Demekê kêm pêş destpêkirinê tên. Lê me dît ku bala xelkê kişandiye. Li gor texmîna me bihayê herî zêde dê bigihêje milyonek û 400 hezar heta milyonek û 750 hezar dolaran.”

Triceratops, li cîhanê yek ji wan cureyê herî navdar ê dînazora ye ku wek pispor behs dikin dîroka wan vedigere Çaxa Zêrîn. Dînazor ewqas mezin e ku, bi danana hestiyê wî yek bi yek li ser erdê, ode tijî kiriye.

 

Rudaw

Top