• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 17 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media October 22, 2021 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 17 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 17 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 262 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 11 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 33265 kesan, ji wan 2349 kes baş bûne û 1175 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Basnews

Top