Naveroka civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Di civînê de, Rêbaz Hemlan Wezîrê Darayî û Aborî li ser dahatinî û xerciyên Herêma Kurdistanê raporek pêşkeşî beşdarên civînê kir û diyar kir ku Wezareta Darayî û Aborî ji bona rêxistina pirosesa komkirina dahatniyê û çewaniya xerickirinê bi her awayî dixebite.
Hemlan got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêdana miaş berdewam dibe û eşkere kir ku di heftiya pêş de dest bi dabeşkirina miaş dikin.
Civata wezîran di civîna xwe de behsa hilbijartina parlamentoya Îraqê ku roja 12.05.2018ê li Îraq û Herêma Kurdistanê hatibûn encam dan kir û sipasiya hemû aliyên peywendîdar kir ku ji bona serkeftina pirosesa hilbijartinê hevkar û alîkar bûn.
Di civînê de, herwesa, amadekeriyên hilbijartina parlamentoya Kurdistanê ku biryare di dawiya meha îlona îsal de bên encamdan hat behis kirin û hat gotin ku hikûmet digel Komisyona Serbixwe ya Hilbijartina di nava têkeliyan de ye ji bona destnîşankirina hilbijartinên Civatên Parêzgehan jî.
Osman Şiwanî Sekreterê Civata Wezîran ji bo karûbarên aborî, raporek li ser encamên konferensa aboriya navebera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê ku berî heyamekî li Hewlêrê hatibû sazkirin pêşkeşî civînê kir.
