• Thursday, 26 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser: Biryara Katalonyayê pêşketineke girîng e

Gulan Media October 21, 2021 Nûçe
Rêveberiya Xweser: Biryara Katalonyayê pêşketineke girîng e

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji ber bi fermî naskirina Rêveberiya Xweser spasiya Herêma Katalonyayê kir û ev biryar weke “helwestek dîrokî û bi nirx” û herwiha “pêşketineke girîng” bi nav kir.

Parlamentoya Herêma Katalonyayê li Spanyayê duh 20ê Cotmeha 2021an di rûniştina xwe ya taybet bi salvegera rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞê de, bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas kir.

Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Parlamentoya Katalonya ve bi 111 dengên Erê yên parlamenterên wê herêmê hat qebûlkirin û tenê 18 parlamenter dengên Na bikar anîn û li dijî wê yekê derketin.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ku bi fermî wek Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê tê naskirin, derbarê biryara Parlamentoya Katalonya ya naskirina Rêveberiya Xweser de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser pêşwazî li biryarê û spasiya helwesta Herêma Katalonya dike û vê biryarê weke pêşketineke giring bi nav dike.

Rêveberiya Xweser dibêje, “20ê Cotmehê Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas kir. Îtirafkirina Parlamentoya Herêma Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser pêşketinek girîng e û diristbûna projeya Rêveberiya Xweser wek çareya aloziya Sûriyê nîşan dide. Herwiha rêbazek ber bi pêkanîna yekîtiya gelan û rêgeha demokratîk ve ye ku dê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên civakê bike, piştî ku îradeya civakê bi dehan salan li Sûriyê hatibû paşguhkirin.”

Herwiha Rêveberiya Xweser biryara Parlamentoya Katalonyayê ya naskirina vê rêveberiyê weke helwestek dîrokî bi nav dike û dibêje, “Em spasiya dostên xwe li Herêma Katalonyayê dikin. Em helwestên wan ên dîrokî bi nirx dibînin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em soza xwe nû dikin ku em dê ber bi pêşketinê ve biçin da ku projeya xwe ya demokratîk zengîntir bikin.”

 

Rudaw

Top