• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rojhilat – Li Çaldiranê 2 jin di nav lehiyê de xeniqîn

Rojhilat – Li Çaldiranê 2 jin di nav lehiyê de xeniqîn
Li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kes di nav lehiyê de xeniqîn.

Li gorî medyaya Îranê, duh li hinek deverên Rojhilatê Kurdistanê baranek xurt barî. Ji ber wê jî li gelek cihan lehî rabû.

Li gundê Demîrçî yê bajarê Çaldiranê, 2 jin ku bo komkirina pincarên biharê çûbûn çolê, li ber lehiyê çûn û xeniqîn.

Ji bilî mirina wan jinan, zêdetirî 50 ser pez û dewarên gund jî di nav lehiyê de mirar bûne.

Çaldiran girêdayî parêzgeha Ormiyê ye.

Basnews
Top