Amerîka: Ti welatek nikare rê li tevlîbûna Ukraynayê di NATOyê de bigire
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin li Kiyev di hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Andriy Taran de tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo serweriya Ukraynayê kir û got, ti welatek nikare rê li tevlîbûna Ukraynayê bo nav refên NATOyê bigire.
Lloyd Austin behsa destwerdanên Rûsyayê û gefên wî welatî yên li ser Ukraynayê kir û got, ti mafên Rûsyayê nîne li pêşiya tevlîbûna Ukrayna bo nav refên Hevpeymaniya NATOyê bibe asteng.
Austin piştgirî li siyaseta serbixwe ya Ukraynayê kir û tekez kir, “mafê Ukraynayê heye biryara xwe bide derbarê siyaseta xwe ya derve ya siberojê de.”
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê got, “Welatekî sêyem nikare vetoyê bikar bîne li dijî biryarên endametiya NATOyê. Mafê Ukraynayê heye biryara xwe bide derbarê siyaseta xwe ya derve ya siberojê de û em pêşbînî dikin ew dê bikaribin wiha bikin bê ti destwerdanên ji derve. Dawiyê ez dixwazim bibêjim ku pişgiriya me jibo Ukraynayê berdewam e. Herwiha em dê li gel wê kar bikin heta em bibînin ku ew êdî dikare berevaniyê di ber xwe de bike û navçeyên xwe biparêze.”
Sala 2014an Rûsyayê nîvgirava Kirim a Ukraynayê kontrol kir û dest bi pêşkêşkirina alîkariyan bo çekdarên cudaxwaz li herêmên rojhilatê Ukraynayê kir.
Rudaw
