• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Şamê herî kêm 13 kes hatin kuştin

Gulan Media October 20, 2021 Nûçe
Li Şamê herî kêm 13 kes hatin kuştin

bi dehan leşkerên din jî birîndar bûne.
Bombeyeke vedayî bi paseke leşkerî teqiyaye.

Li gor çapemeniya Sûriyeyê, îro çarşem li Şama paytext ( Dîmeşq) di dema derbasbûna paseke leşkerî de bombeyeke vedayî teqiyaye.

Di encama teqîna han de herî kêm 13 leşkerên rejîmê hatine kuştin û bi dehan leşkerên din jî birîndar bûne.

Çapemeniya Sûriyeyê diyar kiriye ku sê bombeyên vedayî li deverê de hebûne, du ji wan bombeyan di dema derbasbûna tirimbîlê leşkerî de teqiyane û yeke din jî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye pûçkirin.

 

 

 

Top