• Thursday, 26 February 2026
logo

Bi amadebûna Talibanê konfransa taybet bi rewşa Efxanistanê li Moskowê tê sazkirin

Gulan Media October 20, 2021 Nûçe
Bi amadebûna Talibanê konfransa taybet bi rewşa Efxanistanê li Moskowê tê sazkirin

Îro li Moskowa paytexta Rûsyayê Çîn, Rûsya, Îran, Pakistan û hejmarek j welatên din, di konfransa taybet bi reşw Efxanistanê de beşdar dibin, ev konfrans ji aliyê Rûsyayê ve hatiye sazkirin, nûnerê hikûmeta Talibanê jî têde beşdar dibe.

Ev yekem konfransa derbarê Efxanistanê piştî wergirtina deshilatê ji aliyê Talibanê ve ye ku li Moskowê tê sazkirin.

Tevî ku Serokê Rûsyayê Vladimmer Putin dibêje divê peywendî li gel Talibanê bên kirin, lê divê ew lezê nekin û cih de itirafê bi hikûmeta Talibanê nekin, herwiha hişyarî dide derbarê zêdebûna gefên grûpên tundrew li wî welatî.

Vladimmer Putin, Serokê Rûsyayê ragihand, “Li gorî zanyariyên ber destê me hene, li bakurê Efxanistanê tenê derdora du hezar çekdarên DAIŞê  hene. Serkirdeyên wan dixwazin bandorê li ser welatên Asya Naverast û Rûsyayê bikin, herwiha ew hewl didin şerên esnîkî û olî destpê bikin. Ew terorist hewl didin di bin navê penaberiyê de, derbasî welatên ku berê beşek bûn ji Yekîtiya Sovyetê bibin. Mixabin ev hikûmeta niha ku ji aliyê Talibanê ve hatiye sazkirin, nûneratiya civaka Efxanistanê nake.”

Biryare di konfransa îro de behsa çareserkirina krîza Efxanistanê bê kirin, wek krîza darayî, gefên grûpên terorist û rêgirtina li pêşiya berhemanîn û qaçaxîkirina madeyên hişbir. Ev di demekê de ye , ku wek Rûsya dibêje qaçaxiya  madeyên hişbir yek ji çavkaniyên sereke yên  dahata wî welatî ye.

Ev konfrans bê beşdarbûna Amerîkayê tê sazkirin.

Ned Price, Berdevkê Wezareta derve ya Amerîkayê têkildarî vê yekê behsa helwsta welatê xwe kiriye û ragihandiye “Em di gotûbêjên Moskowê de beşdar nabin, konfransa Troika Plus bi bandor û sûd  bû. Çavê  me li wê yekê ye ku em wê konfransê pêş bixin, lê me biryar nedaye vê heftiyê beşdarî konfransê bibin.”

Derbarê vê Konfransê Rûsya ragihand ku şandeke bilind a Talibanê beşdar dibe  û anî ziman ku divê ew welatên ku bo dema 20 salan li Efxanistanê bûn, bi erkê xwe rabin û berpirsayetiya xwe rabighînin ji qonaxa piştî vekşînê.

Ev konfrans di demekê de tê lidarxistin, ku Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarê Efxanistanê Zalmay Xelîlzad ku di heman dem de Serokê Şanda Amerîkayê bo Danûstandinan li gel Talibanê bû, roja Duşemê dest ji kar berda. Zalmay Xelîlzad di nameya xwe ya destjikar berdanê de dibêje ew xemgîn e derbarê rewşa ku bi ser xelkê Efxanistanê de hatiye û rêkeftina siyasî ya ku di navbera hikûmeta Efxanistanê û Talibanê de hebû, weke ku wan dixwest neçû serî.  

 

 

Rudaw

Top