• Thursday, 26 February 2026
logo

Erdogan daxwazê ji Parlamentoyê dike mana leşkeran li Iraq û Sûriyê dirêj bike

Gulan Media October 20, 2021 Nûçe
Erdogan daxwazê ji Parlamentoyê dike mana leşkeran li Iraq û Sûriyê dirêj bike

Pêşnûmeya dirêjkirina dema mayîna leşkerên Tirkiyê ji bo du salên din li İraq û Sûriyê ji bo parlamentoyê hat şandin.

Desthilata serokomarê Tirkiyê ya biryardana ser operasyonên leşkerî li nava axa Iraq û Sûriyê ji bo dirêjkirina du salên din, pêşnûme pêşkêş parlamentoyê kir.

Îro Parlamentoya Tirkiyê biryarê li ser pêşnûmeyê dide.

Tirkiyê di 23ê Nîsana borî de, du operasyon li dijî PKKê li herêmên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin.

Li Sûriyê jî, artêşa Tirkiye ji sala 2016an ve 3 operasyonên leşkerî li Idlib û herêmên Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin.

Parlamentoya Tirkiyê sala borî pêşnûmeya şandina leşkerên Tirkiyê ji bo Iraq û Sûriyê dirêjkiribû.

 

K24

Top