Mercê Herêma Kurdistanê vegera Pêşmerge ji bo navçeyê Kurdistanî ye
Cebar Yawer got jî: "Divê berî her tiştî rewşa navçeyên Kurdistanî bê aramkirin û wek berî 16 Cotmehê ew navçana ji aliyê Pêşmerge û hêzên Iraqî ve bihevbeşî bên parastin".
Derbarê pêwendî û hevkariya hêzên Hevpeymanan bi hêzên Pêşmerge re Cebar Yawer got: "Ti guhertin bi ser karên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de li Kurdistanê nehatiye û her du hefteyan carekê civîneke hevbeş di nav herdu aliyan de heye, herwiha Hevpeymanan pirograma îsal ya rahênana hêzên Pêşmerge danîne û niha ew mijûlî bernameya sala 2019an ji bo rahênana hêzên Pêşmerge ne û alîkariyên wan jî ji bo hêzên Pêşmerge berdewam in".
K24
