Almanyayê red kir: Merkelê Erdogan venexwendiye
Medyaya Tirkiyê ragihandibû ku Recep Tayyip Erdogan ji aliyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ve ji bo piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê, bo Berlînê hatiye vexwendin, lê belê ev zanyarî ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve nehat piştrastkirin.
Çavkaniyên hikûmeta Almanyayê ku bersiv dan ajansa DW Turkçe, destnîşan kirin ku Merkelê Erdogan venexwendiye.
Ajansa fermî ya Tirkiyê AA diyar kiribû ku Mevlut Çavuşoglu li Almanyayê beşdarî merasîmeke bîranînê bûye û eşkere kiriye ku Merkelê Erdogan ji bo piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê bo Berlînê vexwendiye.
Rudaw
