Amerîka: Li ser Minbicê me û Tirkiyê lihev nekiriye
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, di hevdîtinên me bi berpirsên Tirkiyê re li ser Minbicê me li hev nekiriye.
Heather Nauert da zanîn ku, hevdîtinên me û berpirsên Tirkiyê li ser hin babetên girin berdewamin, di civînan de herdu alî li ser çarçoveya nexşerêya dahatûyê sînor xêz kirin, Minbic jî di nav de ye.
Berdevka Wezaretê aşkere kir ku, ji bo berdewamkirina hevdîtinan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li benda hevdîtina li Washingtonê ya 4ê Hezîranê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ye.
Basnews
