Soylu bersiva balyozxaneyên 10 welatan da: Nayê qebûlkirin!
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bersiv da daxwaza berdana Osman Kavala ya balyozxaneyên 10 dewletan û got, “Nayê qebûlkirin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê daxuyaniya Balyozxaneya Enqerê ya Amerika û konsulxaneyên 9 dewletên din ên li Tirkiyê, peyamek belav kir.
Li gor gotina Suleyman Soylu, "Komara Tirkiyê dewleteke demokratîk û hiqûqî ye. Bo dozeke ku bi rêve diçe pêşniyar û telqînên balyozan ji sîstema darizandinê re nayê qebûlkirin. Pêşniyar û telqînên we zerarê didin feraseta we ya hiqûq û demokrasiyê.”
Balyozxaneya Amerikayê û 9 welatên din ên li Tirkiyê 18ê Cotmeha 2021ê li ser hesabê fermî yê Twittera Balyozxaneya Amerika ya Tirkiyê di 4emîn salvegera girtina Osman Kavala de daxuyaniyek belav kirin û bang li hikûmeta Tirkiyê kirin ku Kavala bê berdan.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatibû kirin ku girtîmayîna Kavala li Tirkiyê bo serdestiya hiqûq û demokrasiyê kiryareke neyînî ye û hatibû gotin, ji ber ku doza heyî li gel çend dozên din tên yekkirin û piştî biryara azadkirinê jî dîsa dozên nû tên vekirin, ev dema girtinê dirêj bûye û vê jî zirar daye rêzgirtina ji demokrasiyê re, rêgezên zelalbûnê û dewleta hiqûqî yên sîstema dadê ya Tirkiyeyê.
Balyozxaneyên Almanya, Amerika, Denmar, Fînland, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norwêc û Zelanda Nû peyamek belav kiribûn û di peyama xwe de diyar kiribûn ku ew di wê baweriyê de ne Tirkiye bi awayeke lihevhatî ligel berpirsiyartiyên xwe yên navdewletî û qanûnên xwe yên netewî vê dozê bi dadwerî û bilez bigihîne encamê.
Herwiha bang li Tirkiyê kiribûn ku li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê vê dozê hatine dayîn divê Osman Kavala di cih de bê berdan.
Karsaz û Çalakvan Osman Kavala ji sala 2017an ve ji ber `çalakiyên Parka Geziyê` li girtîgeha Silivri girtî ye.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji bo berdana Selahattin Demirtaş û Osman Kavala û hilweşandina biryara girtina wan heta 30yê Îlonê dem dabû Tirkiye.
Herwiha komîteyê daxwaza berdana Osman Kavala jî kiribû û biryar da ku heta rûniştina meha Kanûnê ya dadgehê li benda berdana Kavala bê sekinandin.
