• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Dêrsimê zirxpoşa leşkerî kesekî sivîl kuşt

Li Dêrsimê zirxpoşa leşkerî kesekî sivîl kuşt
Li navenda bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê panzerê li welatiyê bi navê Hasan Huseyîn Çîmen ê 60 salî da û canê xwe ji dest da. Li bajarên Kurdan di bûyerên ku panbzeran midaxele kiriye de heta niha zêdeyî 20 kesan canê xwe ji dest dane.



Doh li navenda bajarê Dêrsimê otomobîla zirxpoş a leşkeran li welatiyê bi navê Hasan Huseyîn Çîmen ê 60 salî da.



Çîmen bi giranî birîndar bû û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hat veguhestin lê li wê derê canê xwe ji dest da.



Li Bakurê Kurdistanê di van salên borî de bi guleyên ji panzeran hatine avêtin an jî pêl wan kirine bi dehan welatiyan canê xwe ji dest dane. Li navenda Dêrsimê berî niha jî di 6ê Îlona 2016an de li Meydana Seyîd Riza dîsan otomobîla polîsan li welatiya 71 salî ya bi navê Naciye Ozdemîr dabû û canê xwe ji dest dabû.

Rudaw
Top