Sedr hişyarî da Îran û Amerîkayê!
Rêberê Tevgera Sedr û Serokê Hevpeymaniya Saîrûn a Iraqê, ku di hilbijartinên Iraqê de herî zêde deng bidest xist, derbarê destwerdana Amerîka û Îranê ya li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê axivî.
Li ser daxuyaniya hinek siyasetmedarên Iraqî, ku dibêjin “Bêyî razîbûna Îran û Amerîkayê li Iraqê nikarin hikûmeta nû ava bikin” Muqteda Sedr got: “Îran welatekî cîran e û di xema berjewendiyên xwe de ye. Em dixwazin destwerdana karûbarên Iraqê neke û herwiha em jî destwerdana nav karûbarên Îranê qebûl nakin. Lê Amerîka dewletekî dagirker e û bi ti awayî em rê nadin dest bavêje karûbarên navxwe yên Iraqê.”
Hevpeymaniya Saîrûn di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê de 54 kursî bidest xistin. Li Iraqê ji bo avakirina hikûmetê pêwîstî bi 165 kursiyan heye û ti partî û hevpeymaniyekê ev hinde kursî bidest nexistin.
Ji lewra aliyên Iraqî ji bo pêkanîna hikûmeteke berfireh, li ser hevpeymaniyan dest bi danûstandinan kirine.
Rudaw
