• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî û Xemîs Xencer behsa rewşa Îraqê kirin

Serok Barzanî û Xemîs Xencer behsa rewşa Îraqê kirin
Serok Barzanî li gel Sekreterê giştî yê projeya Erebiya Îraqê civiya.

Duh li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê giştî yê projeya erebiya Îraqê Xemîs Xencer û şandeke pê re kir.

Di civînê de Xemîs Xencer spasiya gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir ku hevkariya penaberên Îraqî kirine û ew hewandine û rêzdariya xwe jî ya li hember rola Serok Barzanî ya di warê hevkarî kirin û hewandina wan penaberan diyar kir û ew yek bi helwesteke dîrokî wesif kir û got: Ew hewlesta han bi ti awayî nayê jibîrkirin.

Di civîna han de behsa prosesa siyasiya Îraqê, hilbijartin û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê jî hate kirin û her du alî tekez li ser hemahengî û lihev veguhastina nêrînên xwe yên derbarê prosesa siyasiya Îraqê û bernameyên hikmûeta nû ya Îraqê de kirin.
Top