KERKÛK - Di navbera erebên hawirde û kurdan de şer derket
Çavkaniyekê ji nav polîsên Sergeran ji Rûdawê re ragihand: “Hejmareke Erebên hawrde li gundê Pelkane yê ser bi nahiya Sergeran çûne mala kurdekî gef li wan kirne, bi wê sedemê şer di navbera wan de derketiye û Erebekê çek bikaraniye.”
Wê çavkaniyê herwiha got, “di wî şerî de tu ziyanên canî nebûne û ew erebê ku çek bi kar anî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û kurd jî jibo lêkolînê hatine vexwendin.
Derbarê bûyerê de, parlamenterê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê li xûla niha parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re got: “Li pelkane, beisiyan bi hevkariya eqîd Elî yê ji Polîsê Federalî xedrê li welatiyên me (Kurd) dikin, min Wezîrê Navxwe û Polîsê Federalî agahdar kir, ku rewşê baş bikin û me neçar nekin, ku em ji bo derxistina wan, hêzê bi kar bînin.”
Pêştir jî ji ber ku erebên hawirde rê nedabûn ku cotkarên Kurd li gundê Pelkane, dexl û danê xwe bidirûn, li wî gundî alozî di navbera kurd û ereban de derketibû.
Ew erebên ku li wî gundê û li deverê dijîn, di navbera salên 1970-1978 de ji aliyê hikûmetên berê yên Iraqê ve li wan deveran hatine bicihkirin. Ew ereb piştî rûxana rejîma Beis vegeriyabûn ser cih û warên xwe li naverast û başûrê Iraqê, lê belê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê vegeriyane sînorê Kerkûkê.
Rudaw
